"Komxebata Di Rêveberiyên Herêmî de Aborî, Komun û koperatîf" ê " ku ji hêla Yekîtiya me ve hat organîzekirin, li Amedê bi mazûvaniya Şaredariya Bajarê Nû hat lidarxistin.
Di axaftina xwe ya vekirinê de, Hevserokê Yekîtiya me Siraç Çelik diyar kir ku nîqaşên li ser aboriyê di rêveberiyên herêmî de xwedî aliyên civakî, ekolojîk û siyasî ne. Sîraç Çelik got ku pergala heyî kedê bêqîmet dike, piştevanî û hevgirtinê qels dike.
Di komxebatê de, Doç. Azize Aslan li ser ezmûnên Rojava yên di derbarê çalakiyên komun û kooperatîfan de pêşekek pêşkêş kir. Naşide Buluttekin, Yeter Erel Tuma û Salih Doğrul jî li ser ezmûnên kooperatîfên heyamên berê hin agahî pêşkêş kirin. Nirxandinên berfireh li ser cihê kooperatîfan ên di avakirina civakîbûnê de, kombûna bîrê(hafiza) ya di nav kooperatîfan de û hewcedariyên wan hatin pêşkêş kirin. Ji beşdaran Abdullah Aysu, "di rêveberiyên herêmî de li ser kooperatîfên çandinî û xwarinê" , beşdar Ayşe Yüksel jî li ser "di rêveberiyên herêmî de mevzûata kooperatîfê û avantajên wê" axivî