Bi armanca pêşxistina kapasîteya amadekirina projeyan a şaredariyên endamên yekîtiya me, ji bo pêşxistina bernameyên hîbeyê (bexş) “Perwerdehiya Birêvebirina Çerxa Projeyan” li Wanê dest pê kir.
Di perwerdehiya ku li Salona Toprakkaleyê ya Şaredariya Tuşbayê dest pê kir û dê du roj bidome, Koordînatora Projeyan a Yekîtiya me Guzîde Dîker Edîn di pêşkeşiya xwe de li ser girîngiya amadekirina projeyan û ji bo pêşxistina xebatên bernameyên hibeyên şaredariyan de rawestiya.
Di pêşkêşiya ku ji aliyê Pisporê Projeyan a Şaredariya Peyasê Erdal Ozçelîk ve hat kirin de, li ser pêvajoyên pêşxistina projeyan, Birêvebirina Çerxa Projeyan û qonaxên bingehîn, analîza hempar, analîza rewşa heyî, kêmasiyên ku di pratîkê de tên rastkirin û rêbazên çareserkirina wan, her wiha têgehên bingehîn de rawestiya.Di rûniştina sibê de dê bi beşdaran re xebata nivîsandina projeyan ya pratîk were meşandin.