Ji aliyê Yekîtiya me ve ji bo pêşxistina kapasîteya teknîkî ya yekeyên îhaleyan ên şaredariyan perwerdehiya “Mewzûata Îhaleya Giştî” hat organîzekirin, perwerdehî li Navenda Çand û Hunerê ya Berîvanê ya Şaredariya Rêya Armûşê hate lidarxistin.
Perwerdehiya bi hevkariya TBByê re hat organîzekirin, di roja yekemîn a perwerdehiyê de Pisporê Îhaleya Giştî Kadîr Çaglar Çetîntaş di pêşkêşiya xwe de li ser Zagona Îhaleya Giştî ya hejmara 4734an, rêbazên îhaleyan, mesrefa têxmînî û şertnameyên teknîkî, berpirsiyariyên îhaleyê û her wiha pêvajoyên Platforma Kirînên Giştî ya Elektronîkî EKAPê hat nîqaşkirin.
Di roja duyemîn de jî Pisporê Îhaleya Giştî Selçuk Kahvecî li ser belge û kontrolên dabîna rasterast, pêvajoyên gilîkirinê, têkiliya navbera EKAPê bi dabîna rasterast û pêvajoyên dadweriya îdarî rawestiya.