Di çarçoveya xebatên qadê yên ku ji aliyê Midûriyeta Polîtîkayên Jinan a Yekitiya me, Şaredariya Geverê û Koordînasyona Amadekariya Bajarê Jinê ya Geverê ve dihatin meşandin de, deklarasyona ‘’Ber bi Bajarên Jinan Ve’’ bi tevlîbûna girseyî ya jinan hat ragihandin.
Bername li Parka Avaşîn a Şaredariya Geverê hat lidarxistin. Hevseroka Yekitiya me Neslihan Şedal, Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê û Hevberdevka Înisiyatîfa Yekitiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, Hevseroka Şaredariya Geverê Şadiye Kirmizigûl, Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA’yê, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û gelek jin tevlî bernameyê bûn.Deklarasyonê ji aliyê Hevseroka Şaredariya Geverê Şadiye Kirmizigûl ve hat xwendin.
Di bernameyê de Hevseroka Yekitiya me Neslîhan Şedal axivî û bal kişand ser giringiya xwedîderketina jinan a li bajar, ziman û çanda xwe. Şedal anî ziman ku dengê ji Amed, Nisêbîn û Cizîrê bilind bûye, îro li Geverê bersiva xwe dîtiye. Di berdewamiya bernameyê de Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê û Hevberdevka Înisiyatîfa Yekitiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît diyar kir ku divê her tax û kolan bi hişmendî û rengê jinê bê avakirin. Sayyîgît her wiha bal kişand ser giringiya avakirina yekitiya jinên kurd.
Di deklarasyonê de hate destnîşankirin ku di pêvajoya amadekariyê de li 6 taxên navenda bajêr û gundên girêdayî wan de bi hezar û 317 jinan re hevdîtinên rû bi rû hatine kirin.Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku wê navendên piştgiriya jinan û jiyanê, mekanîzmayên têkoşîna li dijî şîdetê, xizmetên pirzimanî û sepanên budçeya hesas a zayendî werin jiyanîkirin. Hat ragihandin ku piştî îlankirina bajarê jinê, wê "Plana Çalakiyê ya Bajarê Jinê" jî bê amadekirin.