“Komxebata Aboriya Jinan di Rêveberiyên Herêmî de; Kooperatîf û Komûn”, bi beşdariya Yekîtiya me,Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û şaredariyên navçeyan hat lidarxistin.
Di komxebatê de mijara xurtkirina aboriya jinan di rêveberiyên herêmî de, pêşxistina kooperatîfên jinan û modela aboriya komunal bi perspektîfa azadiya jinan, ekolojîk û demokratîk tê nîqaşkirin.
Di axaftina vekirinê de Hevseroka Yekîtiya me û Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal anî ziman ku ji bo xurtkirina aboriya jinan komîsyonek hatiye avakirin û di vê çarçoveyê de di komxebatê de nîqaşên girîng dê bên meşandin. Şedal her wiha bal kişand ser rola rêveberiyên herêmî di xurtkirina aboriya jinan de û girîngiya wê ku jin di pêvajoyên hilberînê de bi awayekî xurt û rêxistî cih bigirin û diyar kir ku belavbûna modelên hilberînê yên ku keda jinan xuya dikin û li ser bingeha hevgirtinê pêş dikevin, ji bo aboriya herêmî girîng e.