Bernameya Viyanayê ya Polîtîkayên Jinan a Yekîtiya me û şaredariyên Partiya DEMê berdewam dike.
Li Viyanayê, bi endamên Parlamentoya Eyaleta Viyanayê re, endamên Meclîsa şaredariyê Marina Hanke û Sara da Costa û Komeleya Orient Express re hevdîtin pêk hatin. Di hevdîtinan de, li ser têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan, sepanên mînak û navendên parastinê de agahî û tecrûbe hatin parvekirin.