Gerînendetîya Polîtîkayên Jinan a Yekîtiya me bi Şaredariya Viyanayê re civînek online ya der barê budçeya li gor zayenda civakî de li dar xist.
Rêvebira Yekîtîya me Polîtîkayên Jinan Necla Gursoy, xebatkarên Gerînendetîya Politîkayen Jinan û Seroka Yekeya Budçeyê ya Li Gor Zayenda Civakî ya li Daîreya Xizmetên Darayî ya Şaredariya Viyanayê Michaela Schatz beşdarî civînê bûn.
Di vê hevditînê de der barê sepanên budçeya li gor zayenda civakî yên Şaredariya Viyanayê de bi awayekî berfireh danûstendina agahiyan pêk hat. Di heman demê de der barê zehmetiyên sereke yên pêkanîna bernameyê, rêbazên şopandin û nirxandinê û mekanîzmayên ku piştgiriya çarçoveya qanûnî û sazûmanî dikin de jî nîqaş hatin kirin. Herî dawiyê der barê qadên xebatên hevbeş ên ku dikare polîtîkayên bibandortir bên bipêşxistin de nirxandin hatin kirin.