Piştî perwerdehiya Amedê ku ji aliyê Yekîtiya me ve hatibû lidarxistin,li Wanê jî ji bo xebatkarên şaredariyên endam de dixebitin perwerdehiya bi navê “Pergala Xebatkarên Şaredariyê û Sepanen Çavkaniyên Mirovan” hate lidarxistin.
Perwerdehî,li Navenda Çandê ya Berîvanê ji aliyê perwerdekarê Yekîtiya Şaredariyên Tirkiyeyê Alî Kaplan ve hat dayîn. Di bernameya perwerdehiyê de mijarên wek statuyên xebatkaran û şêweyên xebitandinê , kadroya normê, tayînkirin û encamên tayînkirinê, wekalet û peywirdarkirina tedvîrî, guherîna cih, biryarên darazî, destheqên karmend û xebatkarên şîrketên şaredariyan, isûlên xebata zêde, mafên darayî û civakî ,her wiha nêrînen Dadgeha dîwana hesaban,Dadgeha dîwana şêwrê û rêveberiyên herêmî yên ku derketine pêş hatin nîxaşkirin.