Li Wanê ji bo nîqaşkirin û çareserkirina pirsgirêkên bajarvaniyê û îmarê amadekariyên Sempozyûma Bajêr a Wanê dest pê kirin.
Piştî erdheja mezin a sala 2011an û piştî ku Wan 8 salan di bin desthilatdariya qeyûman de ma, pirsgirêkên bajarvaniyê her ku diçe giran dibin. Bi hevkariya Yekîtiya me, Lijneya Koordînasyona Bajêr a TMMOBê ya Wanê û bi piştgiriya şaredariyên navçeyan, sempozyûm dê were lidarxistin.
Di vê çarçoveyê de, Hevberdevkê Yekîtiya me Azad Ozkeskîn û xebatkarên Midûriyeta Pêşxistina Stratejiyê Nehîr Aktaş, Baran Altug û Guzîde Diker Edin bi Sekreterê Lijneya Koordînasyona Bajêr a TMMOBê Ahmet Ortakçî û nûnerên odeyan re civiyan.
Di hevdîtinê de amadekariyên sempozyûmê dest pê kirin. Hat diyarkirin ku di sempozyûmê de dê mijarên wekî bajarên li hemberî erdhej û guhertina avhewayê berxwedêr, bajarvaniya plankirî, binesaziya veguhastinê, pêşeroja ekosîstema gola wanê û bajarên jinan bên nîqaşkirin.