Di beşa bi sernavê “Veguhastina Gihîştbar, Livdariya Ewle û Veguhastina Teknojîr” a ku Yakup Ebîrî birêvebir de, Hîndekar Doç. Dr. Beyhan Îpekyuz li ser rawestgeh û wesayîtên veguhastina giştî yên gihîştbar, rêyên peyayan ên bênavber, sîstemên agahdarkirina dengî û dîtbarî, kontrolên gihîştinê, gihîştbariya ewle ya ji bo zarok û kesên temenmezin, ewlehiya rêyan, rêveberiya trafîkê, daneyên vekirî û sîstemên veguhastinê yên jîr pêşkêşiyek kir.
Di runiştina sêyemîn ya bi navê “Li Wanê Qadên Veguherîna Bajarvaniyê û Pirsgirêkên Pêkanînê” ya ku Mahmut Geyîk moderatorî kir de, Doç. Dr. Aysu Ugurlar li ser rewşa heyî ya qadên hatine îlankirin, pirsgirêkên desthilatdarî û plansaziyê, nexşeya milkdariyê, fînansman, mafdariya xwedîtiyê û tevlîbûnê de nirxandin kirin. Di beşa “Veguherîna di Cih de, Xaniyên Civakî û Mafê Niştecihbûnê” ya ku Unsal Keser birêvebir de jî, Ayşe Mucella Yapici bal kişand ser modelên ku rê li ber koçberkirinê digirin, hilberîna xaniyên civakî, kooperatîf, komên hesas û parastina taxan.
Di rûniştina ku Neslîhan Kaya Temel bi sernavê “Şaredariya Dîjîtalî, Pergalên Agahiyên Bajarvaniyê û Daneyên Vekirî” moderatorî kir de, Berpirsê Rêveberiyên Herêmî yê Esri Tirkiyeyê Serhat Kaya der barê sîstema yekgirtî ya agahiyên bajarî, binesaziya CBSyê , xizmetên e-şaredariyê, standardên daneyan, parvekirina di navbera saziyan de, daneyên vekirî û sîstemên piştgiriya biryaran de agahî dan.
Di beşa “Rêveberiyên Xwecihî yên bi Hişê Jirahiyê ve bi piştgirî: Mînakên Cîhanê û ji bo Wanê nexşeya rê ” ya ku Ezgî Arslan Îmre birêvebir de jî, Damezrînera Teknolojiya Nexşeyê ya ALFAyê Ozge Acar li ser mînakên bikaranînê yên di veguhastin, karesat, jîngeh, îmar û xizmetên civakî de, parastina daneyên kesane, kontrola mirovan û pêkanînên pîlot nirxandin kirin.