Foruma Bajêr a Wanê ku bi hevkariya Yekîtiya me û TMMOB a Wanê ve hat lidarxistin, piştî axaftinên vekirinê bi rûniştinên roja yekemîn berdewam kir. Di roja yekemîn de ku polîtîkayên bajêr ên demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê hatin nîqaşkirin.
Di rûniştina yekemîn a bi sernavê "Bajarên Tevhevkar ên Li Ser Bingeha Wekheviya Zayendî" de, Hevberdevka Yekîtiya me Serap Baş a ku di bin moderatoriya Selda Çelik Geyik de axivî; bajêrên azadîxwaziya jinê, dadweriya cihî, mafê bajêr û beşdariya jinan a di mekanîzmayên biryardanê yên rêveberiyên herêmî de axaftin kir. Di beşa duyemîn a ku ji aliyê Parêzer Zeynep Demir ve hat birêvebirin de jî Endama Lijneya Şêwirmendiyê ya Yekîtiya me Figan Kepenek li ser budceya hestyar a zayendî, planên çalakiyê yên wekheviyê û analîza hewcedariyên beşdarî pêşkêşiyek kir.
Di rûniştina duyemîn de yekparêziya ekolojîk a Hewza Gola Wanê û krîza avhewayê hatin nîqaşkirin. Prof. Dr. Emine Beyza Üstün a ku di bin moderatoriya Dr. Ronya Emel Aydın de mafê axaftinê girt, bal kişand ser senaryoyên avhewayê, zextên hişkesalî û qirêjiyê; Dr. Ayşegül Feray Gökdere ya ku di beşa bi rêveberiya Salih Taşçıoğlu de axivî jî li ser hevkariya di navbera rêveberiyên herêmî de, sîstema daneyan a hevpar û Modela Rêveberiya Hewza Gola Wanê rawestiya.
Doç. Dr. Ayşegül Keleş Eriçok a ku di bin moderatoriya Ferhat Kayalık de axivî, bal kişand ser plansaziya mekanî ya yekgirtî, zexta li ser qadên perav û çandiniyê û mijarên berjewendiya giştî.
Di beşa dawîn a ku ji aliyê Hevşaredarê Şaredariya Tuşbayê Ümit Keser ve hat birêvebirin de jî Dr. İskender Duman pêkanînên xala 18’emîn, hilberîna erdên bajaran, kamûlaştandin û pirsgirêkên milkîyetê nirxand.
Forum dê bi rûniştinên ku sibê bên lidarxistin berdewam bike.