Foruma Bajêr a Wanê ku bi hevkariya Yekîtiya me û Lijneya Koordînasyona Bajêr (ÎKK) a TMMOB’ê ya Wanê tê lidarxistin, bi rûniştinên roja duyemîn berdewam kir. Di roja duyemîn de ku mijarên berxwedêriya li hemberî karesatan, veguhastin, veguherîna bajarî û veguherîna dîjîtal hatin nirxandin, çar rûniştin hatin lidarxistin.
Hevseroka me Neslihan Şedal, Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan, Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Mahmut Dîndar, Parlamenterê Amedê yê DEM Partiyê Mehmet Kamaç, Serokê Giştî yê Odeya Endezyarên Çandiniyê ya TMMOBê Murat Kapikiran, Hevşaredarên navçeyên Wanê, nûnerên civaka sivîl, akademîsyen û xwendekar tev li bernameya roja duyemîn bûn.
Di rûniştina yekemîn a bi sernavê "Rastiya Erdhejê ya Wanê û Bajarên li Hemberî Karesatan Berxwedêr" de, metirsiya erdhejê ya Wanê ligel stoka avahiyan, rewşa erdê, binesaziya krîtîk û kapasîteya amadekariya saziyan bi hev re hatin nirxandin. Prof. Dr. Azad Saglam Selçuk ku di bin moderatoriya Haci Dalga de axivî; bal kişand ser têkiliya erd û avahiyê, stratejiyên kêmkirina rîskan, koordînasyona navbera saziyan, rêveberiya karesatan a herêmî û amadekariya li ser bingeha taxan. Di beşa duyemîn a ku Mazlum Pala birêve bir de jî Doç. Dr. Bariş Erdîl; mijarên envantera avahiyan û lêkolîna rîskan, tesîsên krîtîk, qadên komkirinê, plansaziya valakirin û lojîstîkê, hişyariya zû, parvekirina daneyan û fînansekirinê girtin dest.
Di rûniştina duyemîn de di çarçoveya "Plansaziya Veguhastinê û Tevgerîna Bajarî" de prensîbên plansaziyê û pêşîniyên pêkanînê yên pergala veguhastinê ya mirov-navendî, gihîştbar, kêm-karbon û yekgirtî li Wanê hatin nîqaşkirin. Bi moderatoriya Bahar Guzel re Prof. Dr. Serkan Kemeç; bal kişand ser pêwîstiya plansaziya sereke ya veguhastinê ya rojane, daneyên rêwîtiyê, ji nû ve avakirina tora veguhastina giştî, navendên veguhestinê û pergalên peyayan û bisîkletan.
Forum bi runiştinên cuda berdewan dike .