Foruma Bajêr a Wanê ya bi hevkariya Yekîtiya me û TMMOBa Wanê ve tê lidarxistin, li Salona Konferansê ya Tahîr Elçî ya Baroya Wanê dest pê kir. Di foruma ku dê du rojan bidome de, pirsgirêkên bajar, bandorên heyama qeyûman û rêyên çareseriya hevpar dê bên nirxandin.
Hevserokên Yekîtiya me Neslîhan Şedal û Sîraç Çelîk, Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan, Parlamenterên DEM Partiyê yên Wanê Mahmût Dîndar û Zulkuf Uçar, Hevserokê DEM Partiyê yê Bajêr Veysî Guneş, hevşaredarên navçeyan, nûnerên rêxistinên civakî, akademîsyen û gelek kes tev li bernameyê bûn.
Sekreterê Demkî yê TMMOBa Wanê Ahmet Ortakçi di axaftina vekirinê de destnîşan kir ku divê bajar ne li gorî berjewendiyên rantê, bi feraseteke beşdar ku berjewendiya giştî esas digire bê birêvebirin. Ortakçi bal kişand ser bajarvaniyeke bêplan, rîska erdhejê û parastina hewza Gola Wanê.
Hevserokê Yekîtiya me Sîraç Çelîk jî diyar kir ku forum ji bo nirxandina pirsgirêkên ji doh heta îro û afirandina çareseriyên mayînde girîng e. Çelîk destnîşan kir ku bi perspektîfa demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê pirsgirêk dikarin bên derbaskirin.
Hevseroka Yekîtiya me Neslîhan Şedal jî di pêşkêşiya xwe ya bi sernavê "Cih, Civakîbûn û Bajarê Wekhevîxwaz" de diyar kir ku divê zayendkirina cih û jinûve hilberandina wan a bi hişmendiya serdestiya mêr bê lêpirsîn. Şedal destnişan kir ku 25ê Mijdarê têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan berpirsyariyeke civakî ye û divê bajar ji bo her kesî gihîştbar, azad û wekhevîxwaz bin.
Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan jî di pêşkêşiya xwe ya bi sernavê "Pêşaniyên Stratejîk û Vizyona Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin" de bal kişand ser pirsgirêkên ji ber koçberî, xizanî, kêmasiyên binesaziyê û qeyûman kir. Wî got ku divê bajar bi awayekî biplan û ekolojîk ava bibe, avahî li hemberî erdhejê saxlem bin, Gola Wanê bê parastin û jin di rêveberiya bajêr de xwedî gotin û biryar bin.
Forum piştî beşa pirs û bersivan dê bi rûniştinên di bin sernavên cuda de bidome.