11 projeyên 6 şaredariyên endam ên Yekîtiya me wek mînakên baş di Forûma TBB de tên danasîn.
Di Forûma ku li Enqereyê tê lidarxistin de,projeyên ku ji aliyê şaredariyan ve di qadên cuda de hatine pêkanîn û wek mînakên baş hatine hilbijartin tên danasîn.
Di encama serlêdanên ku di çarçoveya xebata Yekîneya Dîplomasiyê ya Yekîtiya me de hatine kirin de,projeyên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya Atolyeya Pedên Şûştinbar, Komên Hilberînê û JinKart,her wiha projeya Şaredariya Rezanê ya Budceya Beşdar, projeya Şaredariya Peyasê ya Pirtûkxaneya Berhemên Jinan û projeya Şaredariya Rêya Armûşê ya Bostanên Bajêr ên Jinan ji bo danasînê hatin hilbijartin.
Her wiha projeyên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Pirtûkxaneya Dengî (ji bo kesên astengdar),Taksiya Civakî (ji bo nexweşên pençeşêrê) û Pergala Agahdariya Sifir Bermayî, projeya Şaredariya Muşê ya Başkirina Qadên Giştî û projeya Şaredariya Begiriyê ya Parqa Meteorolojiyê ya Sifir Bermayî jî di nav projeyên ku di forûmê de tên danasîn de cih girtin.