Konferansa “Civakbûna Polîtîkayên Jinan” ku bi beşdariya Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan a Yekîtiya me û bi mazûvaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê tê lidarxistin, dest pê kir.
Konferansa ku hevşaredarên jin yên DEM Partiyê, endamên meclîsê û xebatkarên gerînendetiya polîtîkayên jinan beşdar bûn, bi şiara” Em bi Hilberîn û Rêxistinkirinê Têkoşîna xwe ya Jinan Civakî Dikin “ li Salona Konferansa Elî Emîrî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê pêk hat. Hevseroka Yekîtiya me û Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal jî tevlî konferansê bû.
Hevseroka Yekîtiya me Neslîhan Şedal di axaftina vekirinê de diyar kir ku :“Konferansa me di serdemeke dîrokî de pêk tê. Em ê di vê serdema dîrokî de rol û mîsyona xwe nîqaş bikin. Wek di şiara me de jî hatiye gotin, em ê bi rêxistinkirinê têkoşîna xwe mezintir bikin. Weke jinên ku di qada rêveberiyên xwecihî de têdikoşin, divê em di avakirina civaka demokratîk de rola pêşengiyê bikin. Em dikarin zemînekî ava bikin ku her kesên di nava civakê de xwedî reng, bawerî û zimanên cuda ne, karibin xwe bi awayekî azad bînin ziman. Divê em bi îradeya jinan polîtîkayên ku civakeke azad ava bikin hilberînin û van polîtîkayan civakî bikin.”
Konferans ,dê du rojan bi rûniştin û pêşkêşiyên li ser rola polîtîkayên jinan di rêveberiyên xwecihî de bidome.