Bi Hevserokê Yekîtiya me Siraç Çelîk re, şandeyek ji Yekîtiya me ve li civîna navneteweyî ya Rêxistina Herêmî ya Rojhilata Navîn û Rojavayê Asyayê (UCLG-MEWA) ku li Nîgdeyê hat lidarxistin, beşdar bûn.
Hevserokê Yekîtiya me Siraç Çelîk bi şandeyek ji Gerînendetiya Pêşvebirina Stratejiyê,Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan û Yekeya Projeyan re ,li ser navê Yekîtiya me beşdarî civîna Lijneya Rêvebirinê bûn.Di rûniştinên ku tê de nûnerên rêveberiyên xwecihî, pispor û hevbeşên ji herêmên Rojhilata Navîn û Rojavayê Asyayê cih girtin di çarçoveya civînê de di navbera rêveberiyên xwecihî de parvekirina serpêhatiyan û nirxandinên hevbeş hatin kirin.
Di bernameyê de li ser nûjenbûna bajarî, xurtkirina rêveberiyên xwecihî û polîtîkayên bajaran li ser gelek mijaran nirxandin hatin kirin. Di rûniştinan de jî polîtîkayên tevlêbûna guherîna avhewayê, têkoşîna li dijî kêmbûna avê, sepanên bajarên zîrek û nêzîkatiyên nûjen di rêveberiyên xwecihî de hatin destnîşan kirin.