Di çarçoveya Kongreya Cîhanê ya UCLGyê de, Hevserokê Yekîtiya me Siraç Çelik bi Serokê Şaredariya Al-Dahriya yên Filistînê Ali Abbas Al-Shabaan û Rêvebirê Giştî ya Şaredariyê Ahmad Qaisiya re hevdîtinek pêk anî.
Di hevdîtinê de, şandeya Filistînî diyar kir ku dixwaze bi yek ji şaredariyên herêmê re têkiliyên bajarê xwişkbiratiyê û piştgiriyê pêş bixin. Hevserokê me Çelik jî diyar kir ku ew ji bo têkiliyek ku hevgirtina siyasî û projeyên hevpar di nav de digire vekirî ne û got ku ev mijar dê bibe rojeva rêveberiya Yekîtiyê û gavên pêwîst dê bên avêtin.
Her wiha, Hevserokê me Siraç Çelik bi Serokê Şaredariya Grigny ya Fransayê û Hevserokê Komîteya Tevlêbûna Civakî, Demokrasiya Beşdar û Mafên Mirovan a UCLGyê Philippe Rio û bi Koordînatorê Giştî yê Çavdêriya Navneteweyî ya Demokrasiya Tevlîhev Adria Duarte re hevdîtin pêk anî.
Di hevdîtinê de,li ser Belgeya Bajarên Mafên Mirovan a UCLG’yê agahdarî hat dayîn.Rio û Duarte diyar kirin ku ev belgeya 37 xalî dê di rojên pêş de di Lijneya Giştî ya UCLGyê de were dengdan û heke were pejirandin,wek belgeya fermî ya UCLGyê were nasîn.
Çelik li ser xebatên Yekîtiya me û mijarên wek agahdarî da. Rio jî got ku beşdariya şaredariyên herêmê di koma xebatê de girîng e.Di hevdîtinê de, pergala hevserokatiyê, temsîliyeta wekhev, şaredariya pirzimanî û tecrubeyên demokrasiya beşdar jî hatin parvekirin.
Di çarçoveya kongreyê de, şandeya me beşdarî Civîna Desteya Rêvebir û Lijneya Giştî ya UCLGyê bû.Di Lijneya Giştî de,rola rêveberiyên herêmî di avakirina aştiyê de hate nîqaşkirin.