Civîna Meclîsê ya Asayî ya Serdema 1emîn a Sala 2026an,bi beşdariya hevserokên şaredariyên endam û endamên meclîsê li Amedê hat lidarxistin.
Civîna ku,li Salona Konferansê ya Ali Emrî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de hat lidarxistin.Di destpêkê de Hevserokên Yekîtiya me Neslîhan Şedal û Siraç Çelîk gotin ku:“Em armanc dikin ku ev biryarên ku em îro li vir digirin dê bibin sedema ku ev pêvajo veguhere aşitî û avakirina civaka demokratîk”.
Di civîna meclîsê de rapora çalakiyên 2025an û rapora hesabên dawî ,her wiha hilbijartinên hevserokatiyê, divan, encûmen û komîsyonan jî hatin kirin. Di encamê de Neslîhan Şedal û Siraç Çelîk dîsa wek hevserokên Yekîtiyê hatin hilbijartin.
Di civînê de her wiha hate biryarkirin ku ji bo pêşxistina karûbarên pirzimanî di şaredariyên endam de, Koordînasyona Xebatên Ziman de were avakirin.