Ji Komeleya Bajarên Jînde ku li seranserê welêt bi armanca afirandina bajarên jînde dixebite, şandeyek hat serdana saziya me.
Di hevdîtina ku li eywana civînê ya saziya me de pêk hat, Sekreterê Giştî yê Komeleya Bajarên Jînde Gökçe Başkaya, Cîgirê Sekreterê Giştî Ahmet Toker, Endamê Lijneya Zanistî ya Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) Prof. Dr. Pınar Okyay, Hevserokê Yekitiya me Siraç Çelik, Hevberdevkê me Azad Özkeskin û hin karmendên saziya me beşdar bûn.
Di hevdîtinê de, li ser pêşxistina bajarên jînde, bi taybetî jî di warên tenduristî, plansazî û jîngehê de hinek nirxandin hatin kirin û ji bo belavkirina mînakên pratik ên baş jî li ser mijara pêşxistina xebatên hevbeş û hevkariyê hate sekinandin.