Belgefîlma bi navê “Kırık Terazî” ku jiyana Rojîn Kabaîş û têkoşîna lêgerîna edaletê ya piştî mirina wê, di çarçoveya Yekîtiya Sînemayê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (Sînebîr) de Li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê bi temaşevanan re hate nîşandan.
Rojîn Kabaîş ku di Beşa Pêşxistina Zarokan a Zanîngeha Yuzuncu Yilê bû û di 27ê Îlona 2024an de ji wargeha xwendekaran derketibû û cenazeyê wê di 15ê Cotmehê de li gundê Mollakasim hatibû dîtin.
Di nîşandana belgefîlmê de, Hevseroka Yekîtiya Şaredariyên Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê (GABB) Neslîhan Şedal,Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak,Hevseroka Bajar a Amedê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) Gulşen Ozer, Parlamenterê Amedê yê Partiya Gel a Komarê (CHP) Sezgin Tanrıkulu, malbata Rojin Kabaiş, nûnerên saziyên civakî û welatî beşdar bûn. Belgesel ji aliyê rojnamevan û derhêner Gökhan Çetin ve hat amadekirin û tê de têkoşîna li pey wendabûna Rojîn Kabaîş a ji bo dîtina rastiyê û edaletê tê vegotin.
Berî nîşandana belgefilmê pêşkêşiyek helbestan hate kirin. Piştî nîşandana belgefilma 50 deqeyan, civînek gotûbêj hate lidarxistin. Gotûbêj ji aliyê parêzer Mehmet Emin Aktar ve hat rêvebirin.
Di gotûbêjê de bavê Rojîn Kabaîş Nizamettin Kabaîş, Hevseroka GABB’ê û Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal ku şûna wê kayyum hatibû tayînkirin, Pispora Klînîkî ya Psîkolog Hulya Konak,Parêzer Fatma Ulger ,Rojnameger Ruşen Takva û Derhêner Gokhan Çetin wekî axivêr cih girtin.
Bavê Rojîn, Nizamettin Kabaîş, di axaftina xwe de got ku ew ji piştgiriya gel û kesên ku li kêleka wan rawestiyane hêz digirin û têkoşîna xwe ji bo ku berpirsiyar derkevin holê û edalet were bicîh kirin bidomînin.
Hevseroka Yekîtiya Şaredariyên Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê (GABB) Neslîhan Şedal jî di axaftina xwe de li ser girîngiya têkoşîna ji bo edaletê rawestiya. Şedal bi bîranîna jinên ku hatine kuştin an jî wenda kirin, got ku hevpeyvîna civakî û têkoşîna jinan ji bo derxistina rastiyê girîng e.
Derhênerê belgefîlmê Gökhan Çetin jî di axaftina xwe de got ku lêgerîna edaletê tenê di salonên dadgehê de nayê kirin, her wiha di wijdana civakê de jî divê cîh bigire.