Perwerdehiya Birêvebirina Çerxa Projeyan ku ji bo şaredariyên endamên Yekîtiya me tê lidarxistin, bi koma duyemîn li Amedê dest pê kir.
Perwerdehiya qonaxa duyemîn li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê hate lidarxistin. Di bernameyê de ji bo xebatkarên şaredariyan ên beşdar li ser esasên amadekirina projeyên hîbeyê pêşkêşiyek hate kirin.
Perwerdehiya ku bi armanca piştgirîkirina xebatên şaredariyan di warê pêşxistina çavkaniyan de bi komên 20 kesan hate lidarxistin , Pisporê Projeyan ê Şaredariya Peyasê Erdal Ozçelîk li ser mijarên bingehîn ên rêveberiya projeyan, nêzîkatiya çarçoveyan, analîza rewşa heyî, analîza alîgirên têkildar,analîza pirsgirêkan de agahdarî da.
Beşdaran , di çarçaveya bernameyê de bi koman li ser amadekirina projeyan û analîza hewcedariyan de nîqaş kirin.