Bi armanca pêşxistina kapasîteya amadekirina projeyan a şaredariyên endam ên yekîtiya me, ji bo pêşxistina bernameyên hîbeyan “Perwerdehiya Birêvebirina Çerxa Projeyan” li Amedê dest pê kir.
Perwerdehiya ku dê du roj berdewam bike, di nav rêxistina Koordînatoriya Projeyan a Yekîtiya me de li Navenda Çand û Kongreya Çand Amedê dest pê kir.Perwerdehî bi komên 20 kesan tê meşandin. Di roja yekem a perwerdehiyê de, Pisporê Projeyan ê Şaredariya Peyasê Erdal Özçelîk li ser mijarên bingehîn ên rêveberiya projeyan, nêzîkatiya çarçoveyan, analîza rewşa heyî, analîza alîgirên têkildar,analîza pirsgirêkan de agahdarî da. Beşdaran jî di nav koman de li ser amadekirina projeyan û analîza hewcedariyan de nîqaş kirin.
Di roja duyemîn a perwerdehiyê de, analîza armancan, analîza stratejiyê, plana çalakiyan û budçeyê dê bên nirxandin.
Di çarçoveya bernameya perwerdehiyan de, komên duyemîn jî di rojên pêş de dê were dayîn.