Perwerdehiya 3 rojan a “Sepanên Maddeya 18an a Yaseya Avadaniyê” ji bo personelên yekîneyên îmarê yên şaredariyan dest pê kir.
Perwerdehiya ku bi hevkariya Yekîtiya me û Jureya Endezyarên Nexşe û Qadastroyê ya TMMOBê (HKMO) ve hat dayîn de, Hevşaredarên Tuşbayê Xanim Akkoş û Umît Keser ji bo mêvandariya vê xebatê sipasdariya xwe peşkeş kirin.
Hevseroka Yekîtiya me Neslîhan Şedal di axaftina xwe de wiha got: “Em ê li vir tenê nîqaşên teknîkî nekin; di heman demê de em ê biaxivin ka em dikarin çawa nasnameyekê bidin bajaran û çawa qadeke jiyanê bi nêrîneke demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê; divê em bajarên ku jin, zarok û kesên astengdar bi wekhevî bigihîjinê ava bikin’’
Di roja yekem a perwerdehiyê de, Nûnerê Herêma Wanê yê HKMOyê Îskender Duman, li ser çarçoveya qanûnî ya sepandina maddeya 18an, Peşka Hevkariya Rêkxistinê (DOP) , Rêziknameya Serlêdanên Avadaniyê û pêvajoyên sepandinê ji bo beşdaran pêşkêşiyên berfireh kir.