Perwerdehiya bi navê “Sepanên Îdarî yên di Yaseya Avadaniyê de”, ku ji aliyê Yekîtiya me ve ji bo xebatkarên teknîk ên ku di şaredariyên endam de dixebitin hat amadekirin, li Amedê dest pê kir.
Di vekirina perwerdehiyê de Hevberdevka Yekîtiya me Serap Baş axaftin kir û diyar kir ku di vê perwerdehiya du rojî de dê mijara sepanên îdarî yên di Yaseya Avadaniyê de were nîqaşkirin.Hevserokê Yekîtiya me Siraç Çelîk jî di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya perwerdehiyên li ser yaseya avadaniyê ji bo şaredariyan û got:“ Îro em ê du xalên girîng ên Yaseya Avadaniyê xalên 32 û 42an, ku ji bo şaredariyan pir caran dibin sedema pirsgirêkan, binirxînin.Em bawer dikin ku ev perwerdehî dê ji bo şaredariyan xebateke girîng be.”
Perwerdehî bi pêşkêşiya mamosteya Yekîtiya Şaredariyên Tirkiyeyê Dr. Ayşe Unal re tê meşandin.Di perwerdehiyê de li ser rêzikên bingehîn ên yasayên avadaniyê û parvekirina desthilatiyê di navbera rêveberiyên xwecihî û navendî de axaftin hat kirin. Her wiha pirsgirêkên ku di pêkanîna sepanên îdarî de derdikevin û rêyên çareseriyê jî hatin nirxandin