ya bi navê ‘Rêveberiya Çalakiyên Çapemeniyê di Rêveberiya Herêmî de’bi Perwerdahiya beşdarbûna xebatkarên çapemeniyê yên şaredariyên endamên Yekîtiya me,li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê dest pê kir.
Di vekirina bernameyê de Hevberdevkê Yekîtiya me Azad Ozkeskîn diyar kir ku yekîneyên çapemeniyê bi rêya cuda yên ragihandinê dikarin bigihîjin hemû kesên civakê, her wiha fikr û pêşniyarên ku ji aliyê welatiyan ve têne ragihandin jî dikarin di avakirina siyasetên şaredariyan de bandorê bikin.
Di çarçoveya bernameyê de Şêwirmendê Çapemeniyê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Sedat Yilmaz li ser mijarên “Rola Çapemeniyê û têkiliya bi Hevşaredaran re”, “Rêvebirina çalakî û xebatên saziyê” û “ragihandina krîzê” pêşkêşkirin kir.
Nûçegihana JINNEWSê Dîlan Babat jî di pêşkêşkirina xwe de li ser mijara ragihandinê de li ser perspektîfa jinan a di şaredariyan de rawestiya û li ser nêzîkatiya wekheviya zayendî di rêveberiyên herêmî de nirxandin kir.