Bi pêşengiya Midûriyeta Polîtîkayên Jinan a Yekîtiya me,Koordînasyona Amadekariya Bajarê Jinan a Nisêbînê ve bi ragihandina deklarasyonê ‘Bajarê Jinan Nisêbîn’ hat îlankirin.
Di civîne de Parlamentera Mêrdînê Berîtan Guneş Altin, Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin ya Mêrdînê Devrîm Demîr, Hevseroka Şaredariya Nisêbînê Gulbîn Şahîn Dağhan, Hevberdevka Reveberiyên Herêmî ya DEM Partiyê Canan Kepenç Ozkan,Meclîsa Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad(TJA), nûnerên rêxistinên civaka sivîl û gelek jin beşdar bûn.
Di deklerasyonê de hat diyarkirin ku Nisêbîn di dîrokê de bajarê ziman û baweriyên cûdaye û jin jî bingeha vê jiyana hevpar in. Di daxuyaniyê de her wiha hat diyarkirin ku bi perspektîfa jinan, têgihiştina rêveberiya herêmî ya ekolojik û komûnal divê were esas girtin û ji bo xurtkirina azadiya aborî ya jinan kooperatif werin piştgirîkirin.
Di deklerasyonê de jî hat destnîşankirin ku bi xebatên hevpar ên jinan, çandên cuda re dê hevgirtina jinan were xurtkirin.