Ji bo xebatkarên Midûriyeta Avadaniyê û Bajarsaziyê ya Şaredariya Mûşê û endamên Meclîsa Şaredariyê, li ser Qanûna Avadaniyê ya bi hejmara 3194an perwerdehiyek hat lidarxistin.
Di perwerdehiya ku li salona civînê ya Şaredariya Mûşê hat lidarxistin de, Ji Yekîtiya me Plangerê Bajêr Baran Altug li ser Qanûna Avadaniyê ya bi hejmara 3194an, li ser rêziknameyên têkildar, plansaziya cihî, sepanên avadaniyê û zagona avadaniyê pêşkêşiyek kir.
Her wiha,di çarçoveya perwerdehiyê de bandorên biryarên darazê yên dawî yên li ser xebatên şaredariyan û mijarên ku divê li gorî van biryaran werin berçavgirtin hate axaftin. Perwerdehî,piştî nirxandina pirsgirêkên ku di sepanê de derdikevin pêş bi dawî bû.