Platforma Parastin û Piştevaniya Bajêr a Amedê bal kişand ser rewşa mirovahî ya giran li Kobanê.
Platformê ji bo gihandina rasterast a derman û amûrên tibî bang kir ku Deriyê Sînor ê Murşîtpinar ji bo derbasbûna alîkariyên mirovahî were vekirin.
Di çarçoveya kampanyaya alîkariyê ya bi piştgiriya Yekîtiya me û şaredariyên endam de civînek hate lidarxistin.
Di daxuyaniya çapemeniyê de hate ragihandin ku kamyonên alîkariyê bi rêveberiya heyeta platformê di 10'ê Sibata 2026'an de ji Deriyê Sînorê Kilîs-Çobanbeyê derbas bûn û gihiştin Kobanê û hat gotin: "Li Kobanê gelek pitik di kûvezan de têkoşîna jiyanê didin û nexweşên diyalîzê û kanserê jî di xetereya jiyanê de ne."
Her wiha di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di gihandina alîkariyan ji Deriyê Sînorê Çobanbeyê re li aliyê Sûriyeyê astengiyên giran hene. Ji bo bidawîkirina krîza mirovahî ya li Kobanê, platformê bang kir ku Deriyê Sînorê Murşîtpinar bi lez were vekirin û alîkariyên mirovahî, bi taybetî derman û amûrên tibî, bê dereng bigihîjin herêmê.