Bi mevandariya Şaredariya Mûşê,di navbera 30ê Adarê û 3ê Nîsanê perwerdehiya bi nave ‘Xurtkirina Midûriyetên Jinan û Wekheviya Zayendiya Civakî’ hate lidarxistin.
Di perwerdehiya ku ji aliyê Midûriyeta Polîtîkayên Jinan ya Yekîtiya me ve hat lidarxistin de, jinên ku di midûriyetên polîtîkayên jinan ên 9 şaredariyan de dixebitin beşdar bûn. Di bernameya perwerdehiyê de li ser azadkirina zayendiya civakî, xurtkirina aboriya jinan, xebatên qadan û bûdcekirina hestiyar bi zayendiya civakî hat axaftin.
Di çarçoveya perwerdehiyê de koordînatorên Yekîtiya me Eda Bazencîr, Perî Orun û Dîlek Akkuş Berkpinar jî ezmûnên xwe bi beşdaran re parve kirin. Her wiha li ser xurtkirina xebatên jinan jî nirxandin û parvekirina ezmûnan hat kirin.