Midûriyeta Polîtîkayên Jinê ya GABB'ê, bi hevkariya Midûriyeta Polîtîkayên Jinê ya Şaredariya Nisêbînê di çarçoveya Koordînasyona Amadekariya Bajarê Jinê ya Nisêbînê de, bi mêvandariya Şaredariya Artukluyê civîna bi navê "Ber bi Bajarên Jinan" hat lidarxistin.
Di civînê de, Parlamentera Mêrdînê Berîtan Guneş Altin, rêveberiya DEM Partiyê ya Mêrdînê, Meclîsa Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA), nûnerên rêxistinên civaka sivîl û gelek jinan beşdar bûn.
Piştî axaftinên vekirinê, di danişînan de li ser têgihiştina bajarê jinan, azadiya jinan di jiyana bajêr de, rewşên ku jiyana jinan teng dikin û pêşniyarên ji bo pêvajoyên başkirina civakî nîqaş hat kirin. Di nîqaşan de beşdar bal kişandin li ser ezmûn û pêşniyarên jinan yên têkildarî jiyana bajêr.