Ji aliye Yekîtiya me ve ji bo xebatkarên Şaredariya Farqînê perwerdehiya bi navê ‘Rêzikên Nivîsandinên Fermî’ hat lidarxistin.
Di perwerdehiya ku bi pêşkêşiya akademîsyenê Zaningeha Dîcleyê Doç.Dr Ozkan Cîga hat dayîn de, mijarên wekî belge û kargeriya belgeyan, rêziknameya derbarê rêbaz û bingehên ku divê di nivîsandinên fermî de bên pêkanîn, taybetmendiyên belgeyan û beşên wan hatin destnîşan kirin.Di bernameyê de her wiha li ser astên nepeniyê, pêvajoya zêdekirin, şandin, standin û vegerandina belgeyan jî hatin nîqaşkirin.
Di dawiyê de, li ser platformên dîjîtal ên ku di nivîsandinên fermî de dikarin werin bikaranîn jî bi beşdaran re hatin parve kirin.