Di roja duyemîn a Konferansa Zimanê Kurdî ya ku ji aliyê Saziyên Ziman ên Demokratîk ve li Navenda Kongreyê ya Çand Amedê hate lidarxistinê de, Hevseroka Yekîtiya me Neslîhan Şedal wekî axaftvan beşdar bû. Di rûniştina ku Şedal tê de axivî de, di navbera rêveberiyên herêmî û otorîteya navendî de siyaseta ziman, herwiha rola rêveberiyên herêmî di parastin û pêşxistina zimanê dayikê de hate nirxandin.
Şedal di axaftina xwe de destnîşan kir ku ; ‘‘Armanca bingehîn a siyaseta demokratîk; danîna esasa parastina çand û zimên a li navendê ye. Li dijî polîtîkayên ku tên meşandin, bi rêya şaredariyên me, ango bi rêya rêveberiyên Herêmî de di her qadê de modelek alternatîf tê meşandin. Li dijî van polîtîkayên tên meşandin; parastina çandê û avakirina sîstema pirzimanî ya alternatîf, gavên jiyanî û bingehîn in. Tevî hemû astengî û zehmetiyên ku derdixin pêşiya rêveberiyên herêmî jî, helwesteke bi biryar hat nîşandan. Ji ber ku ji bo ev xebat bi rengekî sîstematîk bên meşandin, têkoşînek hatiye destpêkirin. Ji bo ku ev siyaset bi awayekî birêkûpêk berdewam bike, di qada qanûnî de pêdivî bi guhertinên bingehîn heye. Li aliyê din, her daxwaziyeke ku tê ziman, di heman demê de daxwaza parastina bîra civakî ye. Di bin banê rêveberiyên herêmî de, avakirina 'navenda bîrê' (hafizayê) ya ku diviyabû di du sê salên dawî de xebatên xwe bimeşanda, hatiye hedefkirin. Her wiha şedal anî ziman ku mîna qadên lîstikê yên zarokan an jî xebatên din ên di qada zimên de, pêwîst e ev sîstem jî were zindîkirin."