Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan a Yekîtiya me ji bo xebatkarên Şaredariya Pasûrê perwerdehiya “Azadkirina Zayenda Civakî” orgenîze kir.
Perwerde, ji aliyê Koordînatora Perwerdehiyê ya Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan Eda Bazencîr ve hat meşandin û nêzî 70 xebatkarên şaredariyê tevlî bûn. Di perwerdehiyê de li ser mijarên wekî pergala hevserokatiyê, di rêveberiya xwecihî de temsîliyeta wekhev, bihêzkirina maf û azadiyên wekhev di hemû qadên jiyana civakî de û bihurtina rolên zayenda civakî hat rawestîn.
Perwerdehiyên azadkirina zayenda civakî, di çarçoveya xebatên Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan a Yekîtiya me yên ji bo şaredariyên endam de tên dayîn.