Ji Komunan Heta Bazarê Hevdîtina Keda Jinan
Li Rihayê festîvala bi navê“Ji Komûnê heta Bazarê Hevdîtinên Kedkarîya Jinan”ji bo bihêzkirina kedkarîya jinan û mezinkirina hilberîna kolektîf û aboriya hevgirtinê sê rojan berdewam kir.
Festîvala ku bi piştgiriya Yekîtiya me li Rihayê hate lidarxistin de,Dayikên Aştîyê,TJA, Endamên Partiya DEMê yên Rihayê,Rêxistinên civaka sivîl û jinên ji Şaredariyên Partiya DEMê beşdar bûn.
Di festîvalê de li dijî politikayên aborî yên ku kedkarîya jinan bêparastin dihêlin,hilberîna kolektîf û hevgirtina jinan hate nirxandin.Hate diyarkirin ku jin ne tenê hilberîner in,di heman demê de di pêvajoyên hilberînê û torên bazarê de biryar didin û rol digirin.Her wiha hate gotin ku divê mafê gotin û biryardana jinan were bihêzkirin.
Di dema festîvalê de berhemên jinan hatin pêşandan û girîngiya hilberîna bi xwezayê re lihevhatî ye û li ser ked û zanîna herêmî ava dibe were xuyan kirin.Her wiha hate gotin ku divê hevgirtina jinan were mezinkirin û aboriya herêmî di çarçoveyeke ekolojîk de ji bo jinan were guherandin.