Di şaredariyên endam ên Yekîtiya me de, li ser avahiyên negûhezbarên şaredariyan ku di serdema qeyûman de ji bo saziyên din hatine tehsîs kirin, raporeke“ Tehsîsên Serdema Qeyûman” hat weşandin.
Yekeya Hiqûqê ya Yekîtiya me, raporek li ser tehsîsên ku di serdema qeyûman de hatine kirin amadekir. Di raporê de hat diyarkirin ku di navbera salên 2019-2024an de, tenê li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Şaredariyên Peyas û Yenîşehîrê de, di nav de navendên çandê, avahiyên xizmetê, tesîsên werzîşê û navendên jin û zarokan jî tê de, 59 avahiyên şaredariyan ji bo saziyên din hatine tehsîs kirin.
Di raporê de hat diyarkirin ku di pêvajoya hiquqî ya ku ji bo radestkirina avahiyên negûhezbar ên şaredariyan hat destpêkirin de, di vekirina dozên li dadgehên herêmî de sedî 92,5 û li dozên dadgehên îstînafê de sedî 93,5 li dijî şaredariyan bi encam bûne.
Di raporê de tê gotin ku ,tehsîsên avahiyên şaredariyan ne tene guherandina cihên desthilatdariyê ye, di heman deme de armanca nûavakirina siyasî jî heye.
Lînka Raporê: https://gabb.gov.tr/uploads/diger/1775025588_013acca21e901de25062.pdf