Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan a Yekîtiya me, ji bo mamoste û perwerdekarên ku li Şaredariya Peyasê de dixebitin, atolyeya perwerdehiyê ya bi navê “Azadkirina Zayendê ya Civakî” li dar xist.
Di atolyeyê de, ku ji aliyê Eda Bazencîr a Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan a Yekîtiya me ve hate pêşkêşkirin, li ser wekheviya zayenda civakî, nêzikatiya perwerdehiya azadker û di jiyana civakî de xurtkirina têkiliyên wekhevparêz de rawestiya.
Di çarçoveya berdewamkirina atolyeyan de, ji bo xebatkarên Şaredariya Artemetê ya Wanê jî atolyeya perwerdeyê ya bi navê “Hişmendiya Zayendî” hate lidarxistin. Di vê atolyeyê de, Derûnnas Fîgan Kepenek li ser girîngiya xurtkirina hişmendiya zayendî de axivî.
Yekîtiya me, ji bo xurtkirina perspektîfa demokratîk ,azadiya jinan diparêze û ya wekhevparêz di rêveberiyên herêmî de xebatên xwe yên perwerdehiyê didomîne.