Yekîtiya me ji bo karmendên şaredariyên endam perwerdehiya du rojan ya bi navê “Qanuna Îhaleya Giştî” hat li darxistin.Perwerdehî li Amedê, li Navenda Kongreyê ya ÇandAmedê dest pê kir.
Perwerdehiya ku bi hevkariya TBByê hat rêxistin de, ji zêdetirî 100 karmend beşdar bûn. Di axaftina vekirinê de, Hevserokê Yekîtiya me Sîraç Çelik bal kişand ser girîngiya vê mijarê û got: “Qanuna Îhaleya Giştî ji bo rêveberiyên xwecihî girîng e.Heke di vê warê de xeletî çêbibe, encamên giran derdikevin. Ji ber vê yekê, ev perwerdehî gelek girîng e.”
Di perwerdehiyê de, mamosteyê TBB û pisporê îhaleyan Kadîr Çaglar Çetîntaş ji bo beşdaran der barê Qanuna Îhaleya Giştî ya bi hejmara 4734,mijarên wek rêbazên îhaleyan, dabîna rasterast ,mesrefa texmînî û şertnameya teknîkî de agahdarî da. Her wiha pêvajoyên îhaleya elektronîk jî hatin nîqaş kirin.
Perwerdehi dê di 7-8ê Gulanê de li Wanê, li Navenda Çand û Hunerê ya Berîvanê pêk were.