Di konferansa “Di Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê de Navendên Piştevaniyê –Ezmûnên Navneteweyî” ku ji aliyê Weqfa Stargeha Jinan a Mor Çatiyê ve li Stenbolê hat lidarxistin de, rola navendên piştgiriyê di têkoşîna li dijî tundiyê û xebatên modelên yên welatên cuda hatin nirxandin.
Di konferansê de li ser navê Yekîtiya me, ji Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan Eda Bazencîr û Dîlan Ateş beşdar bûn. Di hevdîtinê de nûnerên ku di qada polîtîkayên jinan de dixebitin ên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Rezan, Peyas,Nisêbîn û Artûklûyê ku endamên Yekîtiya me ne cîh girtin.
Di konferansê de nûnerên rêxistinên jinan ên ji Danîmarkayê, Îtalyayê, Spanyayê û Fransayê ezmûnên xwe anîn ziman. Di nirxandinan de rola navendên piştevaniyê, modelên cuda yên rêxistinbûn û tecrûbeyên hevpar hatin gotûbêjkirin. Di hevdîtina ku ezmûnên navneteweyî hatin parvekirin de, mekanîzmayên piştevaniyê yên ku jinan li hemberî tundiyê bihêz dikin, zehmetiyên hevpar ên di xebatên navendan de derdikevin holê û rêbazên têkoşînê hatin nirxandin.
Konferans di warê xurtkirina xebatên Yekîtiya me û şaredariyên endam ên di qada polîtîkayên jinan de, parvekirina serpêhatiyên navneteweyî û xurtkirina mekanîzmayên ku rêveberiyên xwecihî di têkoşîna li dijî tundiya li ser bingeha zayendê de , bû hevdîtineke girîng.