Li Viyanayê, bi Seroka Herêma Alsergrund Saya Ahmed re hevdîtinek hat lidarxistin. Di hevdîtinê de, Birêvebera Polîtîkayên Jinan a Yekîtiya me Necla Gursoy, Alîkara Hevserokên Şaredariya Çinarê Kader Uzun û Derûnnasa Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Rezanê Rozerîn Dogar beşdar bûn.
Şandeya ku di çarçoveya têkiliyan de, bi endamên Parlamentoya Eyaleta Viyanayê û meclîsa şaredariyê re, her wiha bi parlamenterên Partiya Kesk Aygul Berîvan Aslan û Heidi Sequenz re jî civîn pêk anîn.
Di çarçoveya bernameya hefteyekî de, di hevdîtina destpêkê de xebatên jinan yên di rêveberiyên xwecihî de têne meşandin û mekanîzmayên têkoşîna li dijî şîdeta li ser jinan hatin destnîşan kirin. Di heman demê de, li ser pêşxistina projeyên xebatên jinan, bihêzkirina piştgirî û hevgirtinê û avakirina torên navneteweyî jî nirxandin hatin kirin.