Ji bo kedkarên Midûriyeta Polîtîkayên Jinan a şaredariyên navend û navçeyan, “Atolyeya Zanistên Xwezayê û Peresanê” hat lidarxistin. Di atolyeya ku 20 jin beşdar bûn de, qonaxên avabûna gerdûn û cîhanê, her wiha biyolojiya mirov û jinê di çarçoveya hawirnasiyê hate nîqaşkirin.
Di rûniştinan de, destpêka gerdûn û jiyanê li ser bingeha kuantûm û peresana mîkroyî hat nîqaşkirin. Di heman demê de li ser pêvajoyên peresanê yên zindiyan de têkiliyên kolektîf hatin destnîşankirin. Di xebata ku ji aliyê Midûriyeta Polîtîkayên Jinan a Yekîtiya me ve hat birêvebirin de, pêşkêşiya Rêvebira Polîtîkayên Jinan a Yekîtiya me Necla Gursoy ji aliyê jinan ve bi eleqeyeke mezin hat şopandin.
Ji ber eleqeya dît, jinan biryara hevpar girtin ku atolye bi sernavên cuda berdewam bike. Di atolyeya pêş de, mijarên zayend, hormon û rola hişê hestyar û dahûranî di zayenda civakî de dê bên nîqaşkirin.