Di çarçoveya civînên "Ber bi Bajarên Jinan" de, civînek bi mêvandariya Şaredariya Cizîrê hate lidarxistin. Di civînê de, Midûriyeta Polîtîkayên Jinê ya Yekîtiya me ya GABB'ê, nûnerên jinan ên saziyên civaka sivîl û nûnerên odeyên pîşeyî jî amade bûn.
Di bernameyê de Parlamentera Şirnexê Nevroz Uysal Aslan, Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek jin beşdar bûn. Di civînê de li ser xebatên ku beşdariya jinan di jiyana bajêr de xurt dikin, rola rêveberiyên herêmî di pêşxistina azadiya jinan de û astengiyên ku di jiyana bajêr de rastî jinan tên hatin nîqaş kirin.
Beşdaran bi bingehgirtina li ser tecrubeyên jinan ên jiyana bajêr, pêşniyarên xwe parve kirin û bal kişandin ser girîngiya hevkariyên hevpar ji bo xurtkirina hevgirtina jinan.