Bi koordînasyona Midûriyeta Polîtîkayên Jinan a GABBê, Midûriyeta Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û yên şaredariyên Peyas, Rezan, Sûr û Yenîşehîrê, heyetek ji bo lêkolîna modelên hilberîna li ser bingeha keda jinan û kooperatîfan serdana Şaredariya Nîlûferê kir.
Di çarçoveya serdanê de li ser kooperatîfên jinan ên ku ji aliyê rêveberiyên herêmî ve têne piştgirîkirin, modelên hilberîna li ser bingeha keda jinan û bostanên bajêr ên jinan lêkolîn hat kirin û agahdariyên li ser van xebatan hatin dayîn.
Her wiha heyet, xebatên ku tên meşandin agahî wergirt û li ser modelên rêveberiya herêmî ya bi bingeha azadiya jinan, wekî sîstema hevserokiyê û temsîlîyeta wekhev, guherîn û tecrûbeyên ku hatine pêşxistin hatin parvekirin. Ji bo xurtkirina kooperatîfên jinan û zêdetir nasandina hilberên jinan li herêmê xebatên ku tên meşandin jî fikir û raman hatin guhertin.