Ji aliyê Mudiriyeta Polîtîkayên Jinan a Yekîtiya me ve ji bo derûnnas, civaknas û xebatkarên civakî yên ku di Mudiriyetên Polîtîkayên Jinan ên şaredariyan de dixebitin, atolyeyên “Xebitîna Bingehîn a Navendên Piştgiriya Jinan” hatin lidarxistin.
Atolye di 28-29ê Tîrmehê de li Şaredariya Peyasê, di 30-31ê Tîrmehê de li Şaredariya Artemetê û di 5-6ê Tebaxê de li Şaredariya Artukluyê pêk hatin.Derûnnas, civaknas û xebatkarên civakî yên Mudiriyetên Polîtîkayên Jinan ên şaredariyan beşdarî atolyeyan bûn.
Atolye di koordînasyona Mudiriyeta Polîtîkayên Jinan a Yekîtiya me de hatin amadekirin.Atolye ji aliyê xebatkara Mudiriyeta Polîtîkayên Jinan a Yekîtiya me Dîlek Akkuş Berkpinar û xebatkarên Mudiriyeta Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Peyasê Ebrû Demîr, Gunay Yakût û derûnnas Fîgan Kepenek ve atolye hatin birêvebirin.
Di atolyeyan de li ser xebitîna bingehîn a Navendên Piştgiriya Jinan, wergirtina serlêdanan bi awayekî ewle, mekanîzmayên beralîkirina saziyan û tedbîrên parastinê,her wiha Zagona 6284an jî hatin nirxandin.