Bi hevkariya Yekîtiya me û Yekîtiya Şaredariyên Tirkiyeyê (TBB) ji bo sekreterê giştî, alîkarên sekreterê giştî, serokê daireyan û rêveberê yekeyan ên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê perwerdehiya “Çavdêriya Kontrola Navxweyî û Birêvebirina Rîskê” hate lidarxistin.
Perwerdehiya ku dê du rojan li Salona Civînê ya Elî Emîrî berdewam bike, di roja yekem de ji aliyê perwerdekar Hale Evrîm Akman ve pêşkeşiyek hate dayîn.
Di perwerdehiyê de venerîna hundirîn,cudahiya venerîna hundirîn û darayî ya pêş, berpirsiyariyên rêveberan, pîvanên kontrola navxweyî ya giştî, hawirdora kontrolê, nirxandina rîskê, xebatên kontrolê, mijarên şopandina agahdarî û ragihandinê hatin destgirtin. Her wiha li ser rêvebirina rîskê, nexşeya rîskê û plansaziya çalakiyan nirxandin hatin kirin.
Di roja duyem a perwerdehiyê de bername dê ji bo xebatkarên şaredariyê berdewam bike.