Şandeyeke jinên ji Hindistanê ku ji bo pîrozbahiyên Newrozê hatibûn Amedê, li Yekîtiya me serdanek pêk anî.
Şandeya sê kesî ya ku ji sendîkavan Nalini Nayak, parêzer Madhulika Tatigotla û ekolojîst Wekoweu Tsuha pêk tê, bi hevberdevka GABBê de Serap Baş, Midûra Polîtîkayên Jinan a Yekîtiya me Necla Gûrsoy û xebatkarên midûriyêtê re civîn li dar xist.
Di civînê xebatên jinan ên ku ji aliyê Yekîtiya me û şaredariyên endam ve tên meşandin û her wiha projeyên ku tên pêşxistin de agahî hat dayîn. Her wiha li ser rewşa niha ya tevgera jinan li Hindistanê û têkoşîna jinan a li qada aborî û civakî de agahî hat parvekirin. Di warên wek mafên jinan,îstîhdama jinan, têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan û kooperatîfên jinan de pêşxistina projeyên hevpar hat nîqaşkirin
Endamên şandeyê jî li ser xebatên Midûriyeta Polîtîkayên Jinan a şaredariyan agahî wergirtin û razîbûna xwe ji van xebatan re anîn ziman. Her wiha diyar kirin ku ev serdan dikare ji bo têkoşîna jinan a li her du welatan bingehek nû ava bike.