Bi mêvandariya Şaredariya Hilwanê, perwerdehiya "Xurtkirina Mudûriyeta Polîtîkayên Jinan û Wekheviya Zayendî ya Civakî" bi armanca xurtkirina rêveberiya herêmî ya bi perspektîfa jinan hate organîzekirin.
Mudûriyeta Polîtîkayên Jinê ya Yekîtiya me û nûnerên şaredariyan beşdarî perwerdehiyê bûn. Perwerdehî bi beşdariya nûnerên 19 şaredariyan pêk hat û çar roj berdewam kir.
Koordînatorên Yekîtiya me Eda Bazencîr û Perî Orun ligel Gunay Yakût ezmûnên xwe bi beşdaran re parve kirin. Di perwerdehiyê de mijarên wekheviya zayenda civakî, aboriya jinan, kooperatîf û budçeya hestyar a li ser zayendê hatin nîqaşkirin. Ji beşdaran paşragihandinên nivîskî hatin girtin û girîngiya wan ji bo pêşxistina perwerdehiyan hate xêzkirin. Di nirxandinên dawiyê de hat diyarkirin ku perwerdehiyan dê bi mijarên cuda bidomin.