"Rapora Lêkolîna Binesaziya Karesatê ya Şaredariyên Endamên GABB"ê, ku ji bo destnîşankirina kapasîteya amadekariya karesatê û destlêwerdana piştî karesatê ya şaredariyên ku endamên Yekîtiya me ne hatiye amadekirin, hat weşandin.
Lêkolîna ku ji hêla Gerînendetiya Pêşxistina Stratejiyê ya Yekîtiya me ve hatiye amadekirin; 2 şaredariyên mezin, 3 parêzgeh, 22 navçeyên mezin, 29 navçe û 11 bajarokan, bi tevahî 67 şaredariyan vedihewîne.
Di raporê de hat destnîşan kirin ku, piraniya şaredariyan di bin "rîska karesatên, wekî erdhej, lehiyê û agir de ne. Di lêkolînê de hat dîtin ku 33 şaredariyên beşdar tenê xwedî rêveberiya karesatê ne, piraniya van rêveberiyan tenê bi 1-2 personelan dixebitin û kêmasiya karmendên pispor ên wan jî hene.
Rapor destnîşan dike ku ji 67 şaredariyan, tenê 7 şaredarî xwedî nexşeyên rîskê ne, 2 heb şaredarî xwedî pergalên hişyariya zû ne, û bi tenê 6 heb şaredarî jî xwedî Navendên Kordînasyona Karesatan in. Di heman demê de 14 şaredarî xwedî navendên krîzê ne ku dikarin 24/7 bixebitin.