Yekîtiya me(GABB), damezrandina Meclîsa Jinan ragihand. Armanca vê meclîsê ew e ku beşdariya jinan di pêvajoyên biryardanê yên rêveberiyên xwecihî de bi awayekî sazûmanî were bihêzkirin û jin bibin xwedî gotin û biryar.
Di daxuyaniyê de, Hevseroka GABBê û Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal, Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr, Endamên GABBê, Hevseroka Şaredariya Muşê û Endama GABBê Tuba Sayilgan, Hevberdevka GABBê Serap Baş û Midûriyeta Polîtîkayên Jinan ya GABBê bi tevî karmendên jin beşdar bûn.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku jin ne tenê kesên ku temsîl dibin ne; divê bibin kesên ku rêvebirin, hilberînin û biryar didin. Her wiha hat gotin ku Meclîsa Jinan dê bibe platformek ku jin dikarin pirsgirêkên xwe rasterast vegotin, çareserîyan hilberînin û hevgirtina xwe bihêz bikin.
Di heman demê de hate destnîşan kirin ku bêyî azadiya jinan, civak nikare azad bibe û jiyana demokratîk û wekhev tenê bi pêşengiya jinan dikare pêk were.