Şandeyek ji Komeleya Kurd a Fransa û ji Şaredariya Cardedeu ya li Herêma Xweser a Katalonyayê ya Spanyayê,ku ji bo pîrozbahiyên Newrozê hatibûn Amedê, serdana Yekîtiya me kir.
Şandeya Fransî ya ku Didier Baurotte, endamê berê yê meclîsa Şaredariya Neversê, serokatiya wê dikir, serdana Yekîtiya me kir û bi Hevserokê me Siraç Çelik û rêveberiya Yekîtiya me re civîn li dar xist. Di çarçoveya serdanê de li ser rêxistina Yekîtiya me, xebat û çalakiyên wê û her wiha rewşa niha ya şaredariyên endam de danûstandin hat kirin.
Di serdana Blai Taberner Curado, endamê meclîsa Şaredariya Cardedeu ya Katalonyayê de jî xebatên rêveberiyên herêmî hatin nirxandin. Di her du serdanan de girîngiya pêşxistina têkiliyên hevkariyê bi şaredariyên li Katalonyayê û Fransayê, parvekirina serpêhatîyan û xurtkirina girêdanên çandî hat diyarkirin.