Şandeya jinan a ku ji Hevberdevka Yekîtiya me Serap Baş, Alîkara Sekreterê Giştî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Zerîn Turk û Koordînatora Xebatên Jinan a Şaredariya Nisêbînê Zelal Coşkun pêk tê,li ser daxwazê beşdarî Konferansa FEMCities 2026an a li Viyanayê bûn.
Şandeyê, roja yekem beşdarî bernameya bi navê “Pêşwaziîkirina Salvegera 20emîn ya Tevlîkirina zayendiya civakî di nav herika serekî de ”ku ji aliyê Şaredariya Viyanayê ve hate orgenîzekirin bû. Şaredariyên ji welatên cuda di çalakiya ku hate lidarxistin de ezmûnên xwe yên di qada wekheviya zayenda civakî û budceya hestiyara zayendê de parve kirin û di çalakiyê de xebatên rêveberiyên herêmî hatin nirxandin.
Şandeyê di roja duyemîn a bernameyê de Konferansa FEMCities 2026an a bi mijara “Bihêzkirina Hemwelatiyan: Bi Ciwanan re û ji bo Ciwanan Xebat” hat lidarxistin şopand û tevlî rûniştina ku ezmûnên rêveberiyên xwecihî yên di qada jinan û ciwanan de di heman demê de polîtîkayên wekhevî û beşdarbûnê hatin nîqaşkirin bûn.
Di atolyeya di çarçoveya konferansê de hate lidarxistin de Alîkara Sekreterê Giştî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Zerîn Turk, sepana JinMapê ku yek ji mînakên berçav ên perspektifa bajarê jinê ye, da nasîn. Di atolyeyê de beşdarên ji welatên cuda jî tecrûbeyên xwe yên li ser amûrên dîjîtal ên dişibin JinMapê û xebatên xurtkirina ewlehiya jinan a li bajaran parve kirin.